DFG: Di Sibatê de 16 sal ceza li rojnamevanan hat birîn

04-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rojnamevan Medya RTUK Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê DFG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) ragihand, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Sibatê de li 5 rojnamevanan 16 sal û 4 meh û 22 roj cezaya girtîgehê hat birîn.

Rojnamevanek hat kuştin

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, rapora meha Sibata 2022an a binpêkirinên li dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gor raporê, di meha Sibatê de rojnamevanek hat kuştin û li 5 rojnamevanan 16 sal û 4 meh û 22 roj cezaya girtîgehê hat birîn.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, ku 3 rojnamevan rûbirûyê êrîşî bûne, polîsan bi ser mala 3 rojnamevanande girtine, 7 rojnamevan hatine desteserkirin, miameleya xirab li hember rojnamevanekî hatiye kirin, gef li 2 rojnamenvanan hatiye xwarin, li girtîgehê li hember rojnamevanekî binpêkirinê rû daye û di 11 bûyeran de şopandina nûçeyan a rojnamevanan hatiye astengkirin.

Lêpirsîn, doz û ceza

Li gor raporê, derbarê 8 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 9 rojnamevanan de doz hatiye vekirin û darizandina 119 rojnamevanan di 39 dozan de berdewam e.

Herwiha, Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK), ji 10 saziyên medyayê re 16 ceza birîne, 2 malper girtine, 169 nûçe astengkirine, derbarê 7 pirtûk, 2 rojname û 3 kovaran de biryara komkirinê daye û di 11 bûyeran de biryara qedexeya weşanê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst