Gursel Tekîn: Siyaseta desthilatê Tirkiye xistiye rewşeke zehmet

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî CHPê rexne li siyaseta hikûmeta Tirkiyê digire û dibêje, “Siyaseta desthilatê Tirkiye xistiye rewşeke zehmet.”

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Gursel Tekîn beşdarî bultena Rojava a Rûdawê bû û behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyê derbarê Sûriyê û herwiha şerê di navbera parlamenterên AKP û CHPê de li parlamentoyê kir.

Gursel Tekîn amaje bi wê kir ku şerên bi vî rengî di parlamentoyên gelek welatan de rû dane û lê got, “Ne mumkun e em vê êrişa li dijî wekîlê serokê firaksiyona me qebûl bikin.”

Gursel Tekîn di dewama gotinên xwe de rexne li siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de girt û diyar kir ku “siyaseta desthilatê Tirkiye xistiye rewşeke zehmet.”

Parlamenterê CHP aşkere jî kir ku hikûmeta Tirkiyê derbarê rewşa Idlibê de CHP agahdar nekiriye û got ku ew nizanin ka rewş derbarê wê mijarê di çi astê de ye.

Di dewama gotinên xwe de Tekîn red kir ku CHP li dijî koçberan be û got, “Em li gel wê yekê ne ku li Rojhilata Navîn aştî bê pêkanîn. Hemwelatiyên kîjan dewletê jî bin em ne li dijî ti kesan e. Ji bo ku e kes li cihê jê dayîk bûne û mezin bûne, weke mirovan bijîn, gelek hewldanên CHPê çê bûn û ev hewldan dê berdewam bikin.”