Li Deryaya Egeyê 33 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleya Tirkiyeyê, li nav Deryaya Egeyê 33 koçberên ji Efxanistanê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê, li sînorê navçeya Ayvacikê li nav Deryaya Egeyê di nav belemekê de 33 koçberên Efxanistanî yên ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê 33 koçber piştî karên yasayî birin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Çanakkaleyê.