Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistan sibe vedibin

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dibistan Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 20 milyonî zêdetir xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyan piştî 16 roj betlaneya nîvê salê dê sibe dest bi serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2023-2024an bikin.

20 milyon û 481 hezar xwendekarên li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê perwerde dibin û milyonek û 178 hezar mamosteyên ku di van dibistanan de mamostetiyê dikin 11ê Îlona 2023yan dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2023-2024an kiribû.

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 74 hezar dibistan û 744 hezar polan dersan dest pê kiribû.

Xwendekaran betlaneya xwe ya ewil a navberê di 13-17ê Çiriya Paşîna 2023yan de kir, di 19ê Kanûna Paşînê de karnameyên xwe standin û 16 roja betlaneya wan a nîvê salê dest pê kir.

Serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2023-2024an sibe dest pê dike û dê 14ê Hezîrana 2024an bi dawî bibe.

Di serdema duyemîn de betlaneya navberê jî dê di 8-12ê Nîsanê de were kirin.

Sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an jî dê 9ê Îlona 2024an dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst