Sirrî Sakik: Em piştgiriyê nadin kesên ku di derbarê Kurdan de projeyek wan tune
Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê berê yê HDPê Sirrî Sakik ragihand ku "Em dê piştgiriyê nedin kesên ku di derbarê Kurdan de projeyên wan nebin." Sakik da zanîn ku di hilbijartinên 31ê Adarê de wan "Piştgiriya Tifaqa Cumhurê ji bo cezakirina Tifaqa Milet kir.” Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku ew dê namzetên xwe yên serokomariyê di demeke herî nêz de eşkere bikin.
Partiya Demokratîk (HDP) li Navenda Çanda Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Komara Demokratîk" bi beşdariya zêdeyê 300 siyasetmedar, akademisyên û kesayetan saz dike ku dê du rojan berdewam be û Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk jî li cihê konferansê amade bû û nêrîna siyasetmedarê Kurd Sirrî Sakik, Meral Daniş Beştaş û çend beşdariyên din wergirt.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mithat Sancar di axaftina xwe ya vekirina bernameyê de anî ziman ku armanca wan ew e, ji bo demokrasiyê bi awayekî ku jê neyê vegerîn bi cih bikin, bi hev re lê rêyan bigerin.
Sancar destnîşan kir ku heta rêyên ber bi demokrasiyê ve bên vekirin û komar bi demokrasiyê ve were temamkirin û girêdan pêwîst e bi şiklekî dilsoz, pirsgirêkên sereke bên raçavkirin.
Sancar wiha got, "Ya ku pêwîstiya me pê ye; bi temamî azadkirina siyasetê, qebûlkirina takekesan weke kesên azad, ji bo cudahiyên di nava civakê de jî afirandina derfetên pêkve jiyanê û avakirina aştiyeke mezin e."
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldanê jî anî ziman ku mifteya çareseriyê ya hemî pirsan, komara demokratîk e û destnîşan kir ku li Tirkiyê, kes xwe nade ber çareserkirina pirsa Kurdî.
Buldan wiha got, "Çaresernekirina pirsa Kurdî ya li vî welatî astengeke herî mezin a li pêşiya demokratîkkirina komarê ye. Pirsa Kurdî qelşa herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye. Rêyeke çareserkirina vê pirsê bi rêya demokrasiyê heye. Aştiyeke mayinde dê ji bo demokratîkbûna komarê, roleke dîrokî bileyize."
“Li ser Kurdan zilmeke mezin hat dîtin”
Sakik ji Rûdawê re derbarê armanca konferansê de got: “Komarê sed salên xwe li pey xwe hişt û li pêşiya me demeke hilbijartinê heye. Di vê wateyê de Kurd bûne hêzeke mezin. Di vê konferansê de; Em wek Kurd di sedsala nû ya Komarê de çi dixwazin? Daxwazên me çi ne? Em ê li ser kîjan bingehê jiyana bi hev re ava bikin? Em ê li ser mijaran nîqaş bikin.
Di van sed salên dawî de li ser Kurdan zilmeke mezin hat dîtin. Eger jiyana me ya bi hev re bidome, divê mafên Kurdan bên misogerkirin. Di konferansê de Kurd di dema pêş de çi daxwaz dikin û Kurd ê nexşerêyeke çawa bişopînê dê bixin rojeva xwe.
Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin di komareke demokratîk de mafên Kurdan ên hatine înkarkirin û binpêkirin bên naskirin û em bi hev re di bijîn. Akademîsyen û rewşenbîrên beşdarî konferansê dibin dikarin bi azadî nêrîna xwe li ser van mijaran bînin ziman. Konferans ne tenê ji Kurdan pêk tê, ji xelkên din jî hene. Em di demek girîng re derbas dibin û em dixwazin bêtir berpirsiyarî bigirin ser xwe.”
“Di Kurd maseyê 6 partiyan de Kurd nebûn”
Sakik derbarê tifaqên bo hilbijartinê de jî got: ““Çi îttîfaqa Millet, çi îttîfaqa Cumhur an jî tifaqek din be, bêyî me tu şansê wan yê serkeftinê tune. Em dê namzetê xwe wekî tifaqa rêya sêyemîn ku ji derveyî van tifaqan ji aliyê hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin ve hatiye avakirin, derxînin holê. Em dê namzetê xwe derxînin û daxwazên xwe bînin ziman. Maseya 6 partiyan herî dawî peymanek hevbeş ragihand. Kurd tê de tune bûn. Demokrasî tune bû. Eger daxwazên me pêk neyên, em ê piştgiriyê nedin wan.
"Em piştgiriyê nadin kesên ku di derbarê kurdan de projeyek wan tune"
Di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de ji bo cezakirina desthilatdariya heyî me piştgirî da wan. Lê eger ew difikirin ku ew ê li ser wê razin, ew xelet in.
Ji ber vê yekê Kurd çi dixwazin? Divê mijar were ser maseyê. Divê efûya giştî û daxwazên din hebin. Bi sedhezaran gelê me di zindanan de ne an jî di sirgûnê de ne. Em ne alîkarî û ne jî piştgirî didin kesên ku projeyek wan a bi Kurdan re tune ye.
“Di 31ê Adarê me xwest em Tifaqa Cumhur ceza bikin.”
Em ne hewşa pişta tifan Millet û ne jî Tifaqa Cumhur in. Daxwazên me hene, eger ev daxwaz pêk werin em dê rûnin û bi hev re siyasetê dîzayn bikin.
Gelê Kurd dibêje, eger pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, em dê li ser sindoqan ti îtifaqê nekin. Belê, me di 31ê Adarê de piştgirîyek mezin da. Ji ber ku dema tifaqa Cumhur pêvajoya çareseriyê qedand, me xwest wan ceza bikin. Maseyê 6 divê dersê ji vir derxe. Divê li ser maseyê ev pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin. Eger îro li Tirkiyeyê hewayeke wiha derketiye holê, ev bi destê Kurdan hatiye afirandin.”
Li ser pirsê bide kesên wek wî û Ahmet Turk ê ku berê di nav HDPê de wezîfedar bûn, niha wek şêwirmendan berdewam dikin gelo ev dibe cihê nerazîbûnê yan na wiha got: “Belkî em li qadan zêde ne çalak bin, lê li her cihê ku pêwîst be em her tim li wê derê ne û piştevaniya gelê xwe dikin. Ez û Ahmet Turk di lijneya şêwirmendiyê de ne. Em jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd dikin. Ti pirsgirêk di vê mijarê de nîne.”
Kesa din a di konferansê de amade bû Meral Daniş Beştaş bû ku navê wê di nava namzetên HDPê yên serokomariyê de tê gotin.