Manîsa: 4 Sûrî yên ku keçeke Hewlêrî revandibûn hatin darizandin

04-02-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Manîsa Keça Hewlêrî Revandin Welatiyên Sûrî
A+ A-

Manîsa (Rûdaw) - Doza keçeke 3 salî nîv ya malbateke Hewlêrî ku di 16ê meha tebaxa 2022an de li Konyayê hatibû revandin li Manîsayê birê ve çû. Yek jê jin 4 kesên surî kubew revandibûn girtîne û cara duyem derketin pêşberî dadgehê. Malbata keçikê jî li yekemîn dadgeha cezayê giran ya navçeya Alaşehîrê amadebû.

Parêzer Abdurrahman Karabulut dibêje “Ji ber ku wan keçeke biçûk revandine û ew sûcekî giran e li gor qanûnê divê herî kêm 12 sal ceza li wan bê birîn. Divê palpiştên wan jî bêne girtin.”

Malbata Hewlêrî ew 12 sal in li bajarê konya di jêr çavdêriya îdareya koçê de dimînin. Şebekeya ku keça wan Arîna Fetah revandibûn, beramber berdana wê 300 hezar lîre xwestibûn. Piştî operasyonekê ew 4 kes tevî Arînayê li navçeya Alaşehîra Manîsayê haytibûn girtin. Tawanbar li dadgehê li xwe mikur hatin û sûcê xwe qebûl kirin.

Alîna Fetah got “Jinikê ji min re got here kola bistine û pere da min. Min got ezê tevî xwişka xwe herim got tu here em li dû te tên. Destê wê girt û li dû min dihatin. Ez ketim dikanê min got qey ew jî tên. Heta ez derketim min dît ku kesek nîn e û ez tirsiyam. Min çû xeber da dayika xwe”

Saniye dayika Arîna diyar kir “Ez bang li xelkê Kurdistanê dikim. Dema hatin Tirkiyê bila gelekî baldarî zarokên xwe bin. Keçik hîna pir ditirse. Nakeve xew, di xewê de navê wan kesan dibêje. Nexweş e. Ez dibim şêx û meleyan”

Danişîna dozê di bin tedbîrên emnî de birê ve çû. Dozger ji bo tawanbaran herî kêm 12 sal cezayê hepsê dixweze. Tevî ku parêzerên wan daxwaza berdana wan kir jî, ew daxwaz hate redkirin. Malbat jî dixweze kû operasyoneke nu li hember endamên wê şebekeyê bê kirin ku ew hîna li derve ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst