Edene: 6 kesên Sûrî bi hinceta ku şer kirine hatin dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya ser bi parêzgeha Edene ya Tirkiyê 6 welatiyên Sûriyê ku li bazarê şer kiribûn hatin dersînorkirin.
Li gor agahiyan li navçeya Kozanê ya ser bi parêzgeha Edenê di 1ê vê mehê de 2 grupên ji Sûriyê li bazarê şer kirine û di encam de 4 kes hatibûn desteserkirin û piştî bûyerê bi rojekê 2 kesên din jî hatine desteserkirin.
Piştî karûbarên yasayî, dadgehê derbarê wan 6 kesên Sûrî de biryara dersînorkirina ji Tirkiyê daye û ew deesînor kirine.
Li gor zanyariyan di şerê li bazarê de 4 kes birîndar bûbûn.