Mizrakli bo girtîgeha Edîrneyê hat veguhastin

05-02-2022
RÛDAW
Nîşan Selçuk Mizrakli Şaredariya Amed Selahattin Demirtaş Girtîgeha Edîrneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û piştre hatibû girtin, bi daxwaza xwe bo girtîgeha ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş lê dimîne hat veguhastin.

Demîrtaş jî di wê zindanê de ye

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û ji sala 2019an ve girtî ye, 4ê Sibata 2022ê bi daxwaza xwe bo girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê hat veguhastin ku hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jî di wê girtîgehê de girtî ye.

Li gor zanyariyan Selçuk Mizrakli dê piştî karantînayê li jora girtîgehê ya ku Selahattîn Demîrtaş lê dimîne bê bicihkirin.

Li şûna Mizrakli qeyûm hatibû danîn

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de li ser lîsteya HDPê li Amedê ji sedî 62ê dengan bidest xistibûn û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.

Di 19ê Tebaxa 2019ê de ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Lê ji 21ê Cotmeha 2019ê û heta niha bi hincetên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst