Freedom House: Tirkiyê li 30 welatan kesên mixalîf xistine jêr çavdêriyê

04-02-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Freedom House Kurd Opozisyon Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke Amerîkî aşkere dike ku Tirkiye herî kêm li 30 welatan kesên opozisyonê xistine jêr çavdêriyê û zext û guşara li ser wan zêde kiriye.

Rêxistina Amerîkî ya bi navê Freedom House (Mala Azadiyê) raportek derbarê rewşa azadiyan û zexta li ser kesayetên opozisyonê li welatên cîhanê belav kir.

Li gor raporta Freedom House, 31 yek welat ku Tirkiye jî yek ji wan e li derveyî sînorên xwe jî kes û kesayetên opozisyonê xistine jêr çavdêriyê.

Li gor raportê, ji 2014an ve li 31 welatan 608 kiryarên bi vî rengî hatine tomarkirin û bi giştî  li 79 welatan ew çavdêrî û şopandina ji aliyê wan hikûmetan ve tê kirin, metirsiyê li ser jiyana 3 milyon û 500 hezar kesan çê dike.

Freedom House, bûyera kuştina rojnamevan Cemal Xaşikçî wek nimûneyeke berçav nîşan dide ku Cotmeha 2018an li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê ji aliyê tîmeke 15 kesî ya Sidûiyê ve hatibû kuştin.

Her li gor wê raportê, di kiryarên bi vî rengî de, Çîn serkêş e û di rêza duyem de Tirkiye tê û, corên zexta li ser kesên mixalîf jî wek, “şopandina bi rêya torên civakî, gefên fizîkî, sînordakirina bikaranîna passportan, çavdêriya ji aliyê sîxûran ve û bikaranîna endamên malbatê bo guşarxistinê” rêz dike.

Freedom House, di raporta xwe de beşek taybet bo Tirkiyê cuda kiriye û aşkere kiriye ku Tirkiye, li derveyî sînorên xwe jî, endamên cemeata Fethullah Gulen, kesên alîgirên xweseriya Kurdan û herwiha çepgiran, dixe jêr çavdêriyê û zextê li wan dike.

Li gor wê raportê, piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an, Tirkiyê li 30 welatan endamên cemaeta Fethullah Gulen û kesên din ên mixalîf xistine jêr çavdêriyê.

Di raportê de hatiye aşkerekirin ku ji 17 welatan herî kêm 58 bûyerên revandinê hatine tomarkirin ku ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve hatine encamdan û hatiye tekezkirin, Tirkiye hewl dide Teşkîlata Polîs a Navdewletî (Interpol) ji bo van kiryarên xwe bikar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst