Li Izmîrê jineke Sûriyeyî û kurê wê yê 5 salî di mal de mirî hatin dîtin

04-02-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Izmîr Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Menemenê yê ser bi bajarê Izmîrê yê Tirkiyê ve jineke ducanî ya xelka Sûriyê û kurê wê yê 5 salî di mal de mirî hatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsînan de jî kesek hat desteserkirin.

Bûyer, doh Duşemê demjimêrên sibehê li taxa Irmak a bajarokê Menemene ya ser bi bajarê Izmîrê ve qewimiye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, dengê giriya zarokekê ji maleke xelkê Sûriyeyê hatiye bihîstîn û piştî cîran agahdar dibin û ji giriyê wî zarokî bi goman dibin, cîran dikevin hundirê malê û dibînin ku jinek mirî ye û zaroka wê ya 2 salî jî li ber serê wê digirî.

Herwiha li odeyeke din a heman malê, termê zarokekî 5 salî jî hatiye dîtin ku li gor zanyariyan kurê wê jinê ye û hatiye fetisandin.

Medyaya Tirkiyê navê wê jinê wek Menar Ehmed û navê zarokê 5 salî jî wek Mihemed C. daye xuyakirin.

Piştî ku hêzên polîs û tîmên tendirsutiyê ji bûyerê têne agahdarkirin, ew digihin cihê bûyerê û di lêkolînên destpêkê de derdikeve holê ku ew jina hatiye kuştin, 5 mehî ducanî bûye û bi 6 kêran hatiye kuştin.

Piştî lêkolînên dozger, cenazeyên wê jinê û kurê wê yê 5 salî bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê hatin veguhestin.

Di çarçoveya lêpirsînên li ser bûyerê de, 3 kes hatine desteserkirin. Polîs ragihandiye, lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst