Erdogan dîsa gef xwar: An dê çekan deynin an dê bi çekên xwe re bên binaxkirin

04-01-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye PKK DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya ku li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dest pê kiriye got, “An dê çekan deynin an dê bi çekên xwe re bên binaxkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li  Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê ya Samsunê axivî.

Recep Tayyîp Erdogan li ser hevdîtinên şandeya DEM Partî û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew di berjewendiyên Tirkiyeyê de kar dikin û heta niha ti karek nekirine ku malbatên şehîdan pê aciz bibin.

Erdogan derbarê mijara çekdanînê jî axivî û careke din dubare kir ku eger çek neyên danîn dê ew kes bi çekên xwe ve bên binaxkirin.

“Rêyeke sêyemîn nîne”

Derbarê vê yekê Erdogan wiha got, “An dê terorîstên cûdakar çekên xwe deynin an jî dê bi çekên xwe re bên binaxkirin. Ji bilî van her du rêyan, rêyeke sêyemîn nîne."

Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser helwesta CHPyê jî û got ku wextê fedakariyeke mezin e.

Erdogan, careke din CHP bi pêwendiyên bi DEM Partiyê re tawanbar kir û got:

"Kesên ku di her dema hilbijartinan de bi rêxistina cudakar re têkildar in, nikarin ti tiştekî ji partiya me û Hevpeymaniya Cumhur re bibêjin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst