Serdozgerê Dadgeha Bilind: Divê ji bo kuştina jinan cezayê îdamê were dayîn

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn got, “Li gorî min kesên ku cezayên wan hatine diyarkirin pêwîst e cezayê îdamê hebe.”

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn di CNN Turkê de li ser mijarên darazê yên derketine pêş axivî.

Doza girtina HDPyê

Bekir Şahîn diyar kir ku di ser doza girtina HDPyê re 2 sal derbaa bûne û got:

“2 sal zêdetir derbas bûn. Partiyê wekî ku xwe girtibe, ti çalakiyan li dar naxe.

Navê DEM Partiyê li xwe kiriye. Em li bendê ne, dê Dadgeha Destûra Bingehîn dîroka rûniştinê diyar bike.”

Biryara Can Atalay

Bekir Şahîn têkildarî doza Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay jî got:

“Daîreya 3yemîn a Cezayê Dadgeha Bilind biryar da û ji me re şand. Doz di destê me de ye.

Eger îtîraz neyê kirin, em dê dozê vegerînin.”

Divê ji bo kuştina jinan cezayê darvekirinê were dayîn

Ji Bekir Şahîn hat pirsîn, “Hûn derbarê cezayên ku ji bo kuştina jinan tên dayîn de çi difikirin?”

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn anî ziman:

“Cezayê herî zêde yê ji bo kuştina jinan, cezayê heta hetayî yê giran e.

Berê cezayê vê yekê îdam bû. Dema yek sûcekî dike, nabêje cezayê heta hetayî heye û wî sûcî dike.

Ti pêwendiya Peymana Stenbolê bi kuştinan re nîne. Dema peyman hebû jî kuştin hebûn û dema nîne jî kuştin hene. Têra xwe cezayê wî heye.

Li gorî min, kesê ku sûcê wî hatiye diyarkirin divê were darvekirin. Divê ji bo hinek tawanan cezayê darvekirinê were dayîn.

Kesê ku jineke ducanî bi kêrê kuştiye divê were darvekirin. Cezayê heta hetayî ya giran nabe asteng.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst