Hejmara endamên partiyên siyasî çiqas e?

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hejmara endamên partiyên siyasî li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Partiya ku hejmara endamên wê herî zêde bi 11 milyon û 41 hezar û 464 endaman Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hejmara endamên 141 partiyên siyasî yên Tirkiyeyê eşkere kir.

Di rêza yekem de AK Partî heye ku hejmara endamên wê 11 milyon û 41 hezar û 464 kes e.

Di rêza duyem de bi milyonek 428 hezar 800 endaman Partiya Gel a Komarî (CHP) heye.

Hejmara endamên partiyên din jî wiha ye:

ÎYÎ Partî: 508 hezar û 578 endam.

MHP: 486 hezar û 896 endam.

DEM Partî: 10 hezar û 353 endam

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku doza girtinê derbarê wê de hatiye vekirin: 19 hezar û 855 endam.

Partiya Demokrat: 342 hezar û 256 endam.

Partiya Yenîden Refahê: 365 hezar û 767 endam

Partiya Saadetê: 243 hezar û 312 endam.

Partiya DEVAyê: 146 hezar û 820 endam.

Partiya Yekîtiya Mezin: 112 hezar û 277 endam.

Partiya Anavatan: 24 hezar û 240 endam.

Partiya Paşerojê: 70 hezar û 451 endam.

Partiya Memleketê: 66 hezar û 738 endam.

Partiya Karkerên Tirkiyeyê: 43 hezar û 206 endam.

Partiya Komunîstên Tirkiyeyê: 7 hezar û 846 endam.

Partiya Vatan: 13 hezar û 955 endam.

Patiya Zaferê: 43 hezar û 515 endam.

Partiya Çep a Demokratîk: 25 hezar  û 570 endam.

Partiya Doza Azad: 13 hezar û 741 endam.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê her sal meha Kanûna Paşînê hejmara endamên partiyên siyasî li ser malpera xwe ya fermî belav dike.