Daxwaza rakirina parêzbendiya 9 parlamenteran tê kirin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Parêzbendî Parlamenter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyayên daxwaza rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên DEM Partî, CHP û TÎPê ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatine amadekirin, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.

Dosyayên parêzbendiyê yên 4 parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û 4 parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), parlementerekî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji serokayetiya parlementoyê re hatin şandin.

Serokatiya Parlementoyê jî ji Komîsyona Hevbeş a ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê re şandin.

Parlementerên ku dosyayên rakirina parêzbendiya wan tê xwestin:

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîhe Aydenîz, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezîban Konukcu Kok, Parlamentera TÎPê ya Stenbolê Salîha Sera Kadigîl, Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal, Parlamentera CHPê ya Îzmîrê Gokçe Gokçen, Parlamenterê CHPê yê Edeneyê Ayhan Barut û Parlamenterê CHPê yê Dîlokê Melîh Merîç.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst