Lîsteyên dengderan îro li muxtariyan tên daliqandin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Lîsteya Dengdêran Muxtar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro lîsteyên dengderên ku dikarin di hilbijartinên şaredariyan de deng bidin, li muxtariyên taxan tên daliqandin.

Piştî ku Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê dema hilbijartinên şaredariyan û navê 36 partiyên ku beşdarî hilbijartinê bibin eşkere kirin, îro li hemû muxtariyan navê dengderan hatin daliqandin.

Di lîsteyên daliqandî de navê kesên ku mafê wan ê dengdanê heye, navnîşan û agahiyên wan cih digirin.

Dengder dikarin li muxtariyan û malpera Desteya Bilind a Hilbijartinê navê xwe kontrol bikin.

Lîste dê heta 17ê Kanûna Paşîna 2024an daliqandî bimînin.

Eger îtirazeke dengderan hebe divê ji 4 heta 17ê Kanûna Paşîn serî li rêveberiyên nifusê yên vavçeya xwe bidin.

Piştî serastkirinê, welatî dikarin yekser belgeyên xwe ji Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re bişînin an jî bi rêya Rêveberiya Nifusê ya Navçeyê ji wan re bişînin.

Kesên ku nexweş bin û nikarin biçin ser sindoqan dikarin bi rêya sindoqa seyar deng bidin.

Ji bo wê jî kesek ji malbatê dikare bi rêya muxtariyan daxwaza sindoqa seyar ji Desteya Bilind a Hilbijartinê bike.

Kesên nabîna û astengdar jî bi heman awayî bi rêya muxtariyên taxan dikarin raporê wergirin ku karibin di dema dengdanê de tevî kesekî ji malbatê dengê xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst