Dadgeha Destûra Bingehîn dê li ser qutkirina budceya HDPê bicive

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bingehîn HDP Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê sibe roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an dê li ser  qutkirina budceya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bicive ku ji aliyê xezîneyê ve bo kampanyayên hilbijartinê tê dayîn û tê pêşbînîkirin biryara xwe ya li ser vê mijarê eşkere bike.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê doznemaya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serokê Dadeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn ve hatibû amadekirin, qebûl kiribû.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku budceya alîkariya hilbijartinan ku berî hilbijartinan ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin.

Biryar e 10ê Çileya 2023an ew budce li ser partiyan bê dabeşkirin lê Dadgeha Destûra Tirkiyê sibe roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an li ser daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê dicive û tê pêşbînîkirin biryara xwe eşkere bike.

Ev biryara Bekîr Şahîn di nav berpirsên HDPê de bibû sedema karvedanan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an di civîna fraksiyona partiya xwe de daxwaz ji Dadegeha Destûra Bingehîn kiribû ku vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê red bike.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bi dest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê derketine. Ji 5ê Mijdara  2021an ve bi hinceta “peywendiyên ligel terorê” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin û doza wê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst