Li Konyayê bûyera trafîkê: 2 leşker mirin, 2 jî birîndar in

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Konya Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, îro 4ê Çileya 2023an wesayîteke leşkerî li barhilgirekê qelibî û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

Îro 4ê Çileya 2023an li ser rêya bejahî ya Konya-Edenê, wesayîteke leşkerî ji ber mija zêde li barhilgira ku li pêş wê diçû, da.

Di bûyerê de efserek û leşkerekî canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê her du leşkeran û her 2 leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hatin veguhestin. Ji ber bûyera trafîkê rêya Konya-Edenê bo demekê ji çûn û hatinê re hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst