Kalin li ser egera hevdîtina Erdogan û Esed daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin têkildarî egera hevdîtina rû bi rû ya Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji bo di asta serokkomaran de hevdîtin bên kirin, hêj pêwîstî bi gelek tiştan heye.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin di bernameyeke televîzyonekî Tirkî de behsa hewldanên asayîkirina peywendiyên welatê xwe yên ligel Sûriyê kir.

"Berdewamiya civînan dê hebe"

Îbrahîm Kalin diyar kir ku piştî civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowê, dê hevdîtinên nû bên kirin û got: “Ev helbet civîna yekem bû, dê berdewamiya wan hebe. Me ji destpêkê ve got ku ev krîz ne bi şerekî kûrtir, lê dê bi danûstandinan, di çarçoveya pîvanên Neteweyên Yekbûyî de were çareserkirin.Lê rejîmê li ber xwe da. Bi hincetên curbecur pêvajoya destûra bingehîn sabote kir, pêvajoya Astanayê asteng kir û herwiha pêvajoya Cinevê hema bêje pûç bûye. Xema me ya sereke ew e ku şer berdewam neke û êrîşên terorîstî yên ku ji Sûriyê tên ji bo Tirkiyê nebin metirsî û krîza mirovî kûrtir nebe. Dema mirov li van hersê mijaran dinêre, perspektîfa me hîn jî weke xwe ye û neguheriye. Eger operasyonên me tunebûya dê li herêmê korîdora terorê ava bibûya. Divê Sûriye ji rêxistinên terorê bê paqijkirin û ji bo penaberan vegereke ewle bê pêkanîn. Hevdîtinên bi Sûriyê yên ku ji vê re sûdmend bin ji bo girîng in.”

"Pêyamên erênî hatin wergirtin"

Derbarê civîna sêalî ya di navnera Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk a de de jî Kalin anî ziman ku ew hevdîtina 28ê Kanûna 2022yan de hatiye kirin encamên xwe yên erenî hebûne û wiha pê de çû: “Peyamên erênî hatin wergirtin. Em nikarin têkevin pêvajoyeke ku dawiya wê ne diyar e. Herwiha em dixwazin gavên rêjîm yên ji bo vegerandina penaberan û muameleya mirovî ya li hemberî penaberên Sûriyê bibînin. Helbet nayê hêvîkirin ku di civîna yekem de hemû çareser bibin, ev pêvajoyek e. Piştî 11 salan cara yekem e ku me li ser van mijaran peywendî danî. Encamên baş ên vê yekê dê bi gavên ku rejîm ji niha û pê ve bavêje ve girêdayî ne.”

"Hevdîtin girêdayî pêvajoyê ye"

Kalin derbarê hevdîtina muhtemel a Erdogan-Esed de jî got: “Ji bo vê yekê demek diyarkirî nîne. Beriya her tiştî dibe ku berdewamiya hevdîtina wezîrê berevaniyê û serokê me yê îstixbaratê pêk bên. Civîna wezîrê me yê derve dê hebe. Dibe ku di mehên pêş de di vî warî de hevdîtin û danûstandinên nû çêbibin. Ji bo ku hevdîtin bigihêjin asta serokan hêj gelek tişt mane. Ji îro pê ve ez nikarim tiştekî bibêjim, gelo dê di sê mehên pêş de, şeş mehên pêş de bibe an na... Hêj zû ye ku em vê yekê bibêjin, ev girêdayî pêvajoyê ye.”

"Em opozisyonê bi tenê nahêlin"

Bi gotina Kalin, welatî wî heta niha qet pişta xwe nedane opozisyona Sûriyê û her tim ji wan re piştevan bûye. Derbarê vê yekê de jî Kalin got: “Hevdîtina ku îro Çavuşoglu ya bi wan re, ji bo dilşadkirina wan bû. Ne mimkûn e em wan bi tenê bihêlin.”

Erdogan dê bi Putîn û Zelensky re biaxive

Kalin di heman demê de diyar kir ku  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê îro Çarşemê di du pêwendiyên telefonî yên cuda de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re biaxive.