Lîsteya hilbijêran hat daliqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Lîsteyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilinda Tirkiyê  ji bo hilbijartina şaredariyên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê îro hatin daliqandin û dê heta 17ê vê mihê li mixtariyan daliqandî bimînin.

 

Bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilinda Tirkiyê ya ku ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî ya di 31ê Adarê de tê cîbicîkirin.


Li gor vê hilbijêrên bixwazin navnîşanên xwe biguherînin lazim e serî li rêveberiya nifûsa ku dixwazin îqametgaha xwe bibin wê derê bidin û belgeyên fermî yên cihguhertina xwe jî radestî serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyê bikin. 


Xwendekar dê bikaribin li bajarê lê dimînin dengên xwe bikar bînin.


Xwendekarên bixwazin li cihê lê dimînin dengê xwe bikar bîne jî divê belgeyên fermî ya xwendekariyê hildin û radestî lijneya hilbijartinê ya navçeyê bikin û piştî ku ev hemû karên fermî biçin serî jî xwendekar li cihê lê dixwîne dê bikaribe dengê xwe bide.


Lîsteyên li mixtariyan dê heta 17ê Çileyê seat 17.00 daliqandî bimînin.