Hatimogullariyê bersiv da Bahçelî: DEM Partî ji we hemûyan zêdetir Tirkiyeyî ye

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî MHP Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê bersiv da gefên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên li dijî partiya xwe û got,“Dest ji zimanê gefxwarinê berdin. Gef li me nexwin. Bi gefan diyalog nayê avakirin.”

Devlet Bahçeli îro di civîna Koma MHPyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de gef li DEM Partiyê xwar û got:

“DEM an dê bibe partiya Tirkiyeyê yan jî dê ji bilî neman û girtinê ti bijardeyekê wê nemîne.”

Tulay Hatimogullari heman rojê di civîna Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bersiva da gefên Bahçelî û ragihand, dest ji gefxwarinê berde.

“Bi gefan diyalog nayê avakirin”

Hevseroka DEM Partiyê wiha got:

“Dîsa pirsa `DEM Partî li kû derê ye` ji aliyê Serokê Giştî yê MHPê ve ji me hat pirsîn. Em destpêkê vê yekê dibêjin, dest ji zimanê gefxwarinê berdin.

Gef li me nexwin. Bi gefan diyalog nayê avakirin. Destpêkê vê yekê bizanin.

Em ji bo guhên ku dixwazin bibihîsin dubare dikin, DEM Partî demokrasî ye, çareserî ye, DEM Partî li dijî înkarkirina hemwelatîbûna hevbeş e.

DEM Partî, tevî hemû cudahiyên me nasnameya Tirkiyeyîbûnê diparêze ku bi Kurdbûn, Tirkbûn, Erebbûn û Ermenîbûn û hemû gel û baweriyên ku ez nikarim li vêderê bijmêrim, dikarin bi ziman û rengê xwe bijîn.

DEM Partî ji we hemûyan zêdetir Tirkiyeyî ye, hûn vê yekê bizanin. DEM Partî Enqere ye û Amed e, baxçeyê gelan e.

Em dixwazin pirsa serekî ji we bipirsin, hûn li kû dera pêvajoya çareseriyê ne?

Aştî ne amûrek e ku dema dilê we bixwaze hûn bi kar bînin. Aştî karê cesaretê ye û karê mêrxasan e.”

Xxxxxx

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst