Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê polîsan midaxeleyî xwepêşandana operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê ya li Helebê kir.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê danê şevê xwest li Meydana Şîşhaneyê ya Beyogluyê li ser pêşhatên dawî yên Sûriyeyê bi sernavê “Tehemula me ya DAIŞeke nû nîne” daxuyaniyekê bidin.
Polîsan midaxele kir û bi hinceta ku çalakî ji aliyê Qaymeqamiya Beyogluyê ve hatine qedexekirin, nehiştin daxuyanî were dayîn û nêzîkî 50 kesî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Derbarê êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeymanên wê de ku Tirkiye piştgiriya wan dike, Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê doh xwest daxuyaniyekê bidin.
Di daxuyaniya bi sernavê “Tehemula me ya DAIŞeke nû nîne” de banga wê yekê dihat kirin:
“Bi şer û pevçûnên di van rojên dawî de li Sûriyeyê çêbûne, tê xwestin ku DAIŞeke nû were avakirin.
Em bangî hemû derdorên demokratîk dikin ku ji bo rawestandina van êrişên li ser destkeftên gelan dengê xwe bilind bikin.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser midaxeleya polîsan û desteserkirinan li ser hesabê xwe yê Xê got:
“Hevserokên Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê jî di nav de gelek endam û nûnerên partiyên me hatine desteserkirin.
Siyaset û mixalefeta civakî divê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemîne.
Yên ku ji civîn, daxuyanî, bertekên demokratîk û nerazîbûnên li dijî şer ditirsin bila zanibin ku dê dengê me ji bo parastina nirxên mirovahiyê mezin û mezin bibe!
Em dê dest ji daxwaza gel a jiyana hevpar, wekhev û azad bernedin!
Dijberên şer û parêzvanên demokrasî û aştiyê yên ku bi neheqî û bêhiqûqî hatine girtin berdin.”
İnsanlık düşmanı çetelerin Rojava başta olmak üzere Suriye'ye dönük saldırılarını İstanbul Emek Barış ve Demokrasi Güçleri'yle birlikte Şişhane'de polis ablukası ve gözaltılara rağmen protesto ettik. Saldırılarla insanlık suçu işleyen çeteleri, halkların mücadelesi durduracak.… pic.twitter.com/VSNrqck64L
— DEM Parti İstanbul (@dempartistanbul) December 2, 2024
Şerê li Heleb û Îdlîbê
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn ên Helebê û navçeya Şehbayê ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û cih û warên Kurdan dikin.
Bi hezaran Kurdên Heleb û Şehbayê ber bi bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ve diçin.
Li hinek herêman di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse