STENBOL - Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî winda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Katie winda ye.

Li gorî îdiayan Ehmed Katie piştî ku rêveberiya ewlehiya lê geriya û bangî wî kir winda bûye.

Platforma Mafên Penaberan ragihand ku Ehmed Katie ji roja 27ê Çiriya Paşînê ve wenda ye û malbata wî roja 30ê Çiriya Paşînê ji bo dîtina wî gilî tomar kiriye.

“Rêveberiya ewlehiyê telefonî min kir”

Platforma Mafên Penaberan li ser windabûna çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Katie got:

“Li gorî zanyariyên me Ehmed Katie roja duşemê di telefonê de ji hevjîna xwe re gotiye, ez niha têm mal. Piştî ku neçûye mal hevjîna wî telefon kiriye lê telefona wî girtî bûye.

Ehmed berî ku wenda bibe ji xizmekî xwe yê ku li nêzîkî kargeha wî dixebite re gotiye, rêveberiya ewlehiyê telefonî min kir û xwest ku ez biçim wê derê, ê wî negotiye ku divê biçe kû derê.”

Platforma Mafên Penaberan destnîşan kir ku divê li ser giliyê malbata wî kamerayên li derdora kargeha wî, hevdîtinên telefonê û telefona wî werin şopandin.

Ehmed Katie ji ber zextên di demên dawî de meha Çiriya Pêşînê çalakiyên xwe yên li ser mafên mirovan rawestandibûn.

Li Tirkiyeyê mijara koçberên Sûriyeyî berdewam di rojevê de ye û di navbera opozîsyon û hikûmetê de dibe sedema nîqaşan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 8ê Çiriya Paşînê gotibû:

“Li Tirkiyeyê 3 milyon û 254 hezar û 904 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene. Milyonek û 129 hezar û 614 biyanî jî bi destûra niştecîbûnê dimînin.

259 hezar û 468 biyaniyên di bin parastina navdewletî de hene. Bi tevahî 4 milyon û 643 hezar û 986 koçber hene.”