DFGyê li ser binpêkirinên li dijî rojnamegeran raporek belav kir

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha borî 11 rojnameger hatine desteserkirin û 5 rojnameger jî hatin girtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, rapora meha Çiriya Paşînê ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran belav kir.

Li gorî raporê, meha Çiriya Paşînê zext û binpêkirinên li dijî rojnamegeran berdewam bûn û heta niha 62 rojnameger girtî ne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku 3 rojnameger rastî êrişê hatine, polîsan bi ser mala 2 rojnamegeran de girtiye, 11 rojnameger hatine desteserkirin, 5 rojnameger hatine girtin, miameleya xirab li hemberî 2 rojnamegeran hatiye kirin, gef li 6 rojnamegeran hatiye xwarin, li girtîgehê li hemberî rojnamegerekî binpêkirin çêbûye û di 11 bûyeran de şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye astengkirin.

20 rojnameger ji kar hatine dûrxistin

Li gorî raporê, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 5 rojnamegeran de doz hatiye vekirin û darizandina 93 rojnamegeran di 51 dozan de berdewam e û 20 rojnameger ji kar hatine dûrxistin.

Herwiha sansûra Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) li ser saziyên medyayê berdewam bûye.

Di meha Çiriya Paşînê de hezar û 22 nûçe û 231 parvekirinên torên civakî hatine astengkirin û 3 malper hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst