Efserekî xanenişîn ê Tirkiyê: Ti rê nemînin Tirkiyê dê operasyoneke bejayî encam bide

Enqere (Rûdaw) - Efserê xanenişîn ê ji artêşa Tirkiyê Mithat Işik ragihand ku armanca Tirkiyê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bêyî şer mesele bi rêyên diplomasî û hevdîtinan bên çareser kirin, lê eger çi rêyên din nemînin Tirkiyê dê mecbûr bimîne operasyoneke bejayî encam bide.

çi rêyên din nemînin Tirkiyê dê mecbûr bimîne operasyoneke bejayî encam bide

Demeke Tirkiyê behsa encamdana operasyona bejahî li Rojavayê Kurdistanê dike, navendên lêkolînan yên Tirkiyê semînar, dîbeyt û lêkolînan derbarê egera encamdana wê operasyonê li dar dixin.

Îro jî li Enqerê panelek derbarê egera operasyona bejahî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê hat li darxistin, berpirsên Tirkiyê yên serbazî û lêkolîner beşdar bûn.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî di vê derbarê de hevdîtinek bi Mithat Işik efserê berê yê Artêşa Tirkiyê re kiriye.

Rûdaw: Hun egera operasyonekê çawa dibînin ? Tirkiye hêj rijde e li ser operasyonekê, dawî rewş çawa ye?

Mithat Işik: Armanca sereke ya Tirkiyê ew e ku li temamiya erdê Sûriyê ewlehî pêk were. Lê eger ev yek pêk neyê jî Tirkiye dixwaze xetekî 30 kîlometre ku ji Dicle heta Deryaya Spî bi temamî bibe herêmeke ewleh. Tirkiye dixwaze grubên çekdar ên li wan deveran çêkên xwe deynin û li wan cihên ewleh jî koçberên Surî yên niha li Tirkiyê bêne bichkirin. Armanca sereke ya Tirkiyê vegerendina koçberên Sûriyê ye. Em niha mazûvaniya nêzîkî 6 milyon hemwelatiyên Sûrî dikin, lê demeke wê jî heye, ew dê heta kengî li welatê me bimînin? 11 sal e ne Amerikayê ne Rusyayê daxwazên Tirkiyê li Sûriyê bicih neanîn. Li wir Amerîka piştigiriya rêkxistinên terorî dike. 

Bi dîtina we ihtimal heye operasyona bejayî di demeke nêzîk de dest pê bike, ji ber ku li aliyekî din danûstandin jî bi Amerikayê re berdewam in?

Ez nikarim li ser vê mijarê tiştekî bêjim, ji ber ku biryara operasyonê dê ji aliyê desthilata serbazî û siyasî ve bê dayîn. Lê armanca me ew e ku li wir bêyî şer mesele bi rêyên dîplomasî û hevdîtinan bên çareser kirin. Lê eger çi rêyên din nemînin Tirkiyê dê mecbûr bimîne operasyoneke bejayî encam bide. Lê em dema wê nizanin û em nikarin behsa demê jî bikin.

Li aliyê din behsa çareseriyeke bêyî operasyon jî tê kirin behsa hindek formûlan tê gotin ku eger HSD 30 km ji sînoran dûr bikeve dê operasyon neyê kirin. Hûn ihtimala çareseriyeke bêyî operasyon çawa dibînin? 

Belê, ji ber ku armanca hevdîtinan ew e ku çareseriyeke bêyî şer û operasyon bê peydakirin. Ev yek mumkîn e.  Em dibînin ku terorîstek diçe li cihekî  geştiyarî û sereke erîşekê dike, li bajarên me yên ser sînoran ewlehî nemaye, mûçek li dibistanan dikevin, xwendekarekî 5 salî mir, mamosteyek mir ku tenê karê wan perwerde bû, bêgoman dibe ku rêya dîplomasiyê bibe çareserî, jixwe di rewşên wiha de bikaranîna çekan rêya dawî ye. Em ji bo çareseriyê di Amerîka û Rûsyayê re hevdtînan dikin, lê dilê Amerîka weke dilê me neşewitiye, em ji ber xwîna ku li Iraq û Sûriyê û Tirkiyê tê rijandin xemgîn dibin ji ber ku em cîran in û em dixwazin bi hev re di nav aramiyê de bijîn. Lê çi karê Amerîkayê heye hatiye Iraq  û Sûriyê bila herkes li ser erdê xwe bijî, bi kurtî ez bêjim belê her tişt mumkîn e.