Nêrîna welatiyan li ser pêşniyara Destûra Bingehîn a 6 partiyên mixalefetê
Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê 6 partiyên mixalefetê pêşniyazên xwe yên ji bo destûreke nû ragihandin. Pêşniyaz ji 84 made û 9 sernavan pêk tê û di destûra bingehîn a Tirkiyê de hin guhertinan armanc dike. Gelo haya welatiyên Tirkiyê çiqas ji vê pêşniyazê heye û nêrîna wan çi ye?
Di nav pêşniyazên oposizyonê de çareseriya pirsa Kurd cih negirtibû û ev yek ji aliyê HDP û aliyên Kurdî ve hatibû rexnekirin. Beşekî welatiyên Stenbolê piştgirî didin pêşniyaza opozîsyonê, lê beşekî ji wan jî pêşniyazê kêm û lawaz dibînin.
Welatiyên Kurd herî zêde ji ber cihnegirtina çareseriya pirsa Kurd rexne li pêşniyazê digrin. Welatiyên Tirk jî didin zanîn ku beriya guhertina destûrê mijara krî za aboriyê heye ku divê jê re çareserî bê peydakirin.
Karvedanên pêşniyaza hevbeş ya ji bo destûreke nû didomin. Serokkomar wê bê partî be û wê tenê bo carek 7 sal li ser post be. Benda hilbijartinê ji bo % 3 tê daxistin û erka Parlementoyê tê zêdekirin
Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez ji welatiyan pirsî “Nêrîna te li ser pêşniyaza maseya 6 partiyî çi ye?”
Malnişîn Selahattin Çarpraz got: “Niha maseya 6 partiyî got em ê van tiştan bikin. Yanê em dê di warê demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûq û civakî de hin vererastkirinan bikin. Yanê dema we sîstem ava kir wê demê mekanîzmayên dewletê dişxule û kar hêsan dibe.”
Xebatkar Muzaffer Şenturk jî got: “Yanê min bi xwe heta niha nedîtiye ku maseya 6 partiyî karekê kirine. Niha hêdî hêdî behsa hin tiştan dikin. Lê ne mimkun e ku ev guhertinên destûrî bên cibicihkirin. Ya girîng pergala rêveberinê ye.”
Malnişîn Abdurrahman Gul jî got: “Di hilbijartinan de kîjan alî bi ser dikeve bila biserkeve ya girîng xweş birêvebirina welatê me ye. Dema ku maseya 6 partiyî bibin desthilatdar em dixwazin ku ew welêt xweş birêve bibin.”
Reforma darizandinê û berfirehkirina çarçoveya maf û azadiyan cih digre. Li ser şaredariyan qeyûm tenê bi biryara dadgehê têne danîn.Di nav pêşniyazên oposizyonê de çareseriya pirsa Kurd cih negirt
Peyamnêrê me ev pirs jî kir: “Li gorî te kêmasiya herî mezin a pêşniyaza mixalefetê çi ye?”
Karkerê bi navê Hayatî got: “Pêşniyaza mixalefetê kêm e. Di destûra ku Kurd tê de nebin ew kêm e.Lazim e heqê Kurd û Elewiyan tê de hebin. Behsa hin tiştan kirine, behsa daxistina benda hilbijartinê kirine. Baş e tabî lê kêm e.”
Xebatkar Berin Arslan jî anî ziman: “Li gorî min beriya guhertina destûrê gelek mijar hene ku divê reform li ser bên kirin. Di serî de divê rewşa aboriyê, rewşa karkerên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin bên başkirin. Her wiha divêdi warê tendurustiyê de jî reform bên kirin.”
Derxistina biryarên di hikmê qanûnê de dibe desthilata parlamentoyê. Wê desthilata rêveberiyên herêmî bê xurtkirin. Girtina partiyên siyasî û rakirina parêzbendiya parlamenteriyê tê dijwar kirin. HDP pêşniyazê erênî lê nekafî dibîne.