Rapirsiya kompanyayeke nêzîkî desthilatê: Rêjeya dengên Tifaqa Cumhur %43.3 ye

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya kompanyayeke rapirsiyan a nêzîkî desthilatê rêjeya dengên AK Partiyê bo ji sedî 38.3 kêm bûye û rêjeya dengên hevpeymaniya wê partiyê ya ligel MHPê jî ku navê wê Tifaqa Cumhur e ji sedî 43.3 ye.

Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a BETÎMAR ku wek kompanyayeke nêzîkê desthilatê tê naskirin, derbarê hilbijartinên bên ên Tirkiyê de rapirsiyek kiriye.

Di rapirsiyê de ji dengderan hatiye pirsîn "Eger vê Şembiyê hilbijartinên Serokkomariyê bên kirin hûn dê dengê xwe bidin berbijêrê kîjan hevpeymaniyê?

Bêyî ku kesên bê biryar li ser hevpeymaniyan bên dabeşkirin bersiv wiha ne:

Rapirsiya Hilbijartinên Tirkiyê-Serokkomarî

Tifaqa Cumhur: %43.3.

Tifaqa Millet: %34.1

Tifaqa Ked û Demokrasiyê: %6.7

Tifaqên Din:  %1.1

Bê Biryar: %7.8

Ez Deng Nadim: %3.7

Kompanya navbirî derbarê hilbijartinên giştî de jî pirs ji beşdaran kiriye. Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn "Eger vê Şembiyê hilbijartinên parlamenteriyê bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Bersiv li gor dabeşkirina kesên bê biryar li ser partiyan wiha ne:

Rapirsiya Hilbijartinên Tirkiyê-Parlamenterî

AKP: %38.8

CHP: %22,2

ÎYÎ Partî: %12,5

HDP: %9,2

MHP: %8,5

Partiya Yenîden Refah: %2

Partiya Zafer: %1.9

Partiya Seadetê: %1.3

Partiya Memleket: %1

Partiya DEVA: %0.9

TÎP: %0.7

Partiya Pêşerojê: %0,3

Partiyên Din: %1.2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst