Kiliçdaroglu model û polîtîkayên aborî yên partiya xwe eşkere dike

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Stenbolê civînekê saz dike û dê derbarê rewşa aborî de nexşerêyekê eşkere bike.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022ê li parêzgeha Stenbolê demjimêr 14:00an civînekê saz dike ku ew wek civîna vîzyonê bi nav dike.

Li gor agahiyan Kiliçdaroglu di civînê de modeleke aborî ku dê Tirkiyê ji krîza aborî rizgar bike bi raya giştî re parve bike. Herwiha ligel vê modelê tê çaverêkirin nexşeya pêşveçûna teknolojîk û polîtîkayên pereyan jî eşkere bike.

Kiliçdaroglu diyar kiriye ku ew di modela xwe ya aborî de “Daxûyaniya Banga Sedsala Duyemîn” a partiya xwe ku 25ê Temûza 2020ê eşkere kiribû wek bingeh werdigrin. Li gor zanyariyan ligel Rêveberên CHPê û çend aborînasên Tirkiyê, dê nivîskar û aborînasê Amerîkî Jeremy Rifkin jî beşdarî civînê bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Berî demekê Kiliçdaroglu derbarê civînê de gotibû: “Ezê bang li cîhanê bikim û bêjim welatiyên me ne hêza te ya kar ya erzan in, welatê me ne kampa te ya koçberan e, axa me ne depoya te ya zibil e û taxên me ne cihên bazara madeyên hişbir in.”

CHPê jî wek reklama civînê vîdeoyek belav kiriye û dibêje: “Ey cîhan! Li çavên me binêre. Em tên ji bo hevrikiya te. Di teknolojî, pîşesazî, perwerde, mafên mirov û jinan di azadî û demokrasiyê de, di mafên ajelan di jîngehparêziyê de û di warê her tiştên baş de em tên bi tere rikeberiyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst