Sirri Sureyya Onder ê ku pêşniyara MÎTê ji Demîrtaş re ragihand axivî

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Selahattîn Demîrtaş Abdullah Ocalan HDP MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê Sirri Sureyya Onder ku wê demê di şanda Îmraliyê de bû, îdiaya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Demirtaş ku gotibû, "Ji min re hat pêşniyarkirin ku ez bikevim şûna Ocalan" piştrast kir.

Rojnamevan Îsmaîl Saymaz îdiaya Demirtaş a “Ji min re hat pêşniyarkirin ku ez bikevim şûna Ocalan” ji Parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder ê ku şahidê wê serdemê bû pirsî. Saymaz şeva borî di Halk TV de bersiva ku Onder dabûyê eşekere kir.

Saymaz diyar kir ku wî Sirri Sureyya Onder vexwendiye weşanê, lê Onder ev pêşniyar red kiriye û got “Ev bûyer di sala 2014 de pêk tê. Hat îddîakirin ku MÎTê bi rêya Sirri Sureyya Onder ku di sala 2014an de di heyeta hevdîtina Îmraliyê de cih girtibû, nûçeyek wiha ji Selahattîn Demîrtaş re şandiye. Demîtaş ev îdia bixwe anî ziman. Demirtaş dibêje, “Dîrok nade, lê di sala 2014an de bi rêya Sirri Sureyya Onder ji min re peyam şand ku bibe serokê pêvajoya çareseriyê û min ev red kir. Onder got, “Li Tirkiyeyê asteke hiqûqî û demokratîk ku li ser vê mijarê biaxivin, nemaye. Tiştê ku tê gotin bila bê gotin, ew bi aliyê spekulasyonê yê mijarê ve mijûl dibe. Lêbelê, pirsgirêkek me ya mezin heye ku divê em çareser bikin. Divê ne bi spekulasyon, lê bi perspektîfeke ku çareseriyê pêk bîne lê bê nihartin. Mixabin perspektîfeke wiha tune. Ji ber vê yekê ez nikarim tevlî bibim.”

“Dema ku navê HDPê tê danîn, rayedarê MÎTê li ser maseyê bû”

Îsmaîl Saymaz wiha berdewam kir:

“Plana paş perdeyê ya serdemê wiha ye; Di sala 2014an de hevdîtinên di navbera MÎTê û Ocalan de zêde bûbûnn û girtîname hene. Di navberê de şandek heye; Şanda Îmraliyê; Sirri Sureyya Onder, Pervin Buldan, Îdrîs Baluken, Selahattin Demirtaş, Aysel Tugluk. Pêvajo hewqas ketibû av hev, hevdîtina MÎT-Ocalan hewqas ketibû nav hev ku HDP di wê demê de tê avakirin. Li ser maseya ku rayedarê MÎTê jî heye HDP tê avakirin, Ocalan nav li HDPê dike. Berbijêr di hilbijartinên herêmî de hene. Rayedarê MÎTê jî li ser masê dibêje `baş bûye`. Yên ku dibêjin haya me ji tiştek tinebû bila bê bibihîzin. Dema ku navê HDP’ê tê danîn, rayedarê MÎTê jî li ser maseyê bû. Di wan rojan de rojek dê Selahattîn Demîrtaş dê biçe geştekê, di wê demê de bi rêya Sirri Surreya Onder daxwazeke hevdîtinê jê re tê ragihandin. Bi qasî ku min bihîst Demîrtaş diyar dike ku ew hevserokê partiya xwe ye û hevdîtineke bi vî rengî ya bi MÎTê re dê wek rewşeke asayî neyê dîtin û red dike.

“Ji ber ku Demîrtaş bi MÎTê re hevdîtin nake, Ocalan aciz dibe”

Niha ez bersiva Sırrı Süreyya Önder bixwînim: “Rast e di pêvajoyê de daxwazeke hevpeyvînê heye. Sernavê hevdîtinê li ser pêvajo û rol û erkên partiyan û nirxandina meyla giştî ye. Birêz Selahattin jî diyar kiriye ku şanda Îmraliyê bi têra xwe hevdîtin pêk anîne û heta ku rojeveke pir jiyanî nebe, weke hevserok hevdîtina wî ji aliyê exlaqî û siyasî ve ne rast e. Li ser vê yekê heyeta Îmraliyê diçe ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Bi qasî ku min bihist ji ber ku Demîrtaş bi MÎTê re hevdîtin nake, Ocalan aciz dibe, hêrs dibe. Ya ku ez dizanim ji ber vê yekê piştî vê pêvajoyê Demîrtaş ji şanda hevdîtina Îmraliyî tê derxistin û careke din nikare biçe. Demîrtaş jî - îdia ew e ku ji ber redkirina vê hevdîtinê difikire ku Ocalan li hemberî wî hatiye sorkirin.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst