Ji ber stranên Kurdî derbarê 12 xwendekaran de doz hat vekirin

03-12-2019
RÛDAW
Nîşan Stranên Kurdî Tirkiye Xweandekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku di Newroza 2018ê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê stranên Kurdî gotine, derbarê 12 ‎xwendekaran de lêpirsîn hat vekirin. Di nav 4 kesên hatine girtin de, xwendekarekî bi nexweşiya ‎penceşêrê ya kolonê jî heye.‎

Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, bi îdiaya “endambûna rêxistinê” derbarê 12 xwendekarên ‎zanîngehê de îdîaname amade kir.

Li gor zanyariyan, 4 ji wan xwandekaran girtî ne û xwendekarê bi navê Devrim Ayik jî bi ‎nexweşiya penceşêrê ya kolonê ketiye.‎

Îdîaname ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê ve hatiye qebûlkirin û rûniştina yekem a dadgehê jî 8ê ‎Çileya 2020ê hatiye destnîşankirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, dozger stranên Kurdî wek endambûna rêxistinê ‎pêşan dane ku di Newroza 2018ê de li Antalyayê gotine. Dozger axaftinên xwendekaran ên bi telefonê ‎jî xistine nav îdîanameyê.‎

Herwiha di îdîanameyê de strana Kurdî ya bi navê “Mervano” ku xwendekaran li seyranê gotine û wêneyê Haci Lokman ‎Birlikê ku li Taxa Dîcle ya Şirnexê bi birêndarî bi otomobîleke zirxpoş ve hatibû girêdan û bi erdê de ‎dixişikandin jî wek tawan hatine pêşandan.‎

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst