Ozgur Ozel: Malbatên şehîdan razî nabin ku Ocalan were parlamentoyê

03-11-2024
Nîşan Ozgur Ozel Ahmet Ozer Abdullah Ocalan Tecrîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Malbatên şehîd û gaziyan razî nabin ku Abdullah Ocalan were parlamentoyê."

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer roja çarşemê hat desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin.

Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

“Ez rast nabînim”

Ozgur Ozel rewşa Abdullah Ocalan û Ahmet Ozer da ber hev û got:

“Ez nîqaşên bi rengê ‘Tecrîda li ser Ocalan radikin lê li ser Ahmet Ozer tecrîd tê sepandin’ rast nabînim.

Ez rast nabînim ku Wezareta Dadê xwe bikişîne nev nîqaşeke wiha.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn silav dabû parlamenterên DEM Partiyê û paşê jî gotibû bila Abdullah Ocalan li Meclisa Tirkiyeyê biaxive û bêje ku wî PKK tesfiye kiriye.

“Rêya vê ya yekane ne Meclis e”

Ozgur Ozel ev gotinên Bahçelî wiha nirxandin:

“Li gorî min, malbatên şehîd û gaziyan razî nabin ku Abdullah Ocalan were parlamentoyê.

Eger ji bo wê be ku Abdullah Ocalan an jî aktorekî din li derveyî çareseriyê nemînin û eger bandora gotina wî aktorî li ser rêxistinê bi qîmet be û eger ew karibe bike ku çekan deynin rêya vê ya yekane ne Meclis e.

Belkî ‘Em wî bînin kursiyê Meclisê’ tê wateya ‘Em wî neyînin’.

Carinan dibe ku gotineke ew qasî li pêş bê wateyeke gelekî li paş.

“Ne nêzîkbûneke tendurist e”

Em ji destpêkê ve li lihevkirina Meclisê digerin û rast nabînin ku ev mijar hema wiha were holê.

Lê eger pêwîst be ku biaxive û gotina wî bigihe mixatabê wî dewlet rêya vê dibîne, ew nabe pirsgirêk.

Lê tenê pêşniyarkirina rêyekê û nêzîkbûneke bi şiklê ku li kursiyê Meclisê biaxive ne nêzîkbûneke tendurist e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst