Li Deryaya Egeyê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,3 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir ku saet 20:03yan li Deryaya Egeyê erdhejeke bi hêza 5,3 pileyan çêbûye.

AFADê kûrahiya wê jî wekî 6,45 kîlometreyan pîva. 

Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.