Bakirhan: Divê Birêz Ocalan karibe bi hevalên xwe re biaxive

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan got, “Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û Birêz Ocalan karibe bi hevalên xwe re biaxive.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Stenbolê di Lijneya 13an a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de axivî.

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser alozî û tevlîheviyên li Rojhilata Navîn û got:

“Ji bo em tevlî aloziyên li Rojhilata Navîn nebin divê ‘Pirsgirêka Kurd’ were çareserkirin, tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û birêz Ocalan karibe bi hevalên xwe re biaxive.”

“Pêvajo di navbera aliyan de çêdibe”

Bakirhan nîqaşên demên dawiyên yên li ser “pêvajoyeke nû” jî wiha nirxandin:

“Em dê bibînin bê ma dê nîqaşên demên dawiyê bi sûd bin an dê bi xwe re pêvajoya tesfiyeyê bînin.

Wekî ku pêvajoyeke nû dest pê kiribe nîşan didin lê pêvajo di navbera aliyan de çêdibe. Divê haya gelan jê hebe bê ka aliyê din ê pêvajoyê çi difikire.

Ev nîqaş ne pêvajoyek in lê em dixwazin veguherin pêvajoyê.

Em dixwazin meseleya herî girîng, Meseleya Kurd çareser bibe.

Ez careke din dibêjim, divê fikrên Birêz Ocalan bigihin gel. Em dibêjin hewce ye vî zimanê heyî terk bikin.

Hûn qala pêvajoyekê dikin lê li hêla din hûn zextê li aliyê din dikin.”

“Hûn çima van polîtîkayên zilmê dimeşînin?”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bi bîr anî ku desthilatê qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê kiriye û li pey çû:

“Ez bangî desthilatê dikim, hûn nikarin bi tayînkirina qeyûman van nîqaşan veguherînin tiştekî.

Em ji polîtîkayên xapandinê bawer nakin, ji ber vê jî ez dixwazim hişyariyê bidin desthilatê.

We çima ev nîqaş dan destpêkirin û hûn çima van polîtîkayên zilmê dimeşînin?”