Li Çorumê teqîn: Kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê, ji ber gaza xwezayî li avahiyeke 5 qatî teqînek çêbû û di encamê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, îro li Çorûmê li avahiyeke 5 qatî ya li cadeya Osmancikê ya navenda bajêr teqînek çêbûye.
Li ser agahdarkirinê çend tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Parêzgarê Çorumê Alî Çalgan ragihand ku ew teqîn li qata sêyem a avahiyê ji ber gaza xwezayî çêbûye û got:
“Di bûyerê de welatiyekî me mir, 16 kes jî birîndar bûn ku birînên 3 kesan dijwar in.
Tîmên tenduristiyên birîndar birin nexweşxaneyan û tîmên me jî li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin."
Ji ber teqînê zerereke zêde gihişt gelek mal, kargeh û otomobîlên li derdora avahiyê.
Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Çorumê derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kir.