Li Çorumê teqîn: Kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn

03-11-2024
RÛDAW
Nîşan Çorum Teqîn Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê, ji ber gaza xwezayî li avahiyeke 5 qatî teqînek çêbû û di encamê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro li Çorûmê li avahiyeke 5 qatî ya li cadeya Osmancikê ya navenda bajêr teqînek çêbûye.  

Li ser agahdarkirinê çend tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Çorumê Alî Çalgan ragihand ku ew teqîn li qata sêyem a avahiyê ji ber gaza xwezayî çêbûye û got:

“Di bûyerê de welatiyekî me mir, 16 kes jî birîndar bûn ku birînên 3 kesan dijwar in.

Tîmên tenduristiyên birîndar birin nexweşxaneyan û tîmên me jî li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin."

Ji ber teqînê zerereke zêde gihişt gelek mal, kargeh û otomobîlên li derdora avahiyê.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Çorumê derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kir. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst