Hakan Fîdan: Esed ji bo çareserkirina pirsgirêkan ne amade ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fidan diyar kir ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo asayîkirina pêwendiyan û çareserkirina pirgirêkan ne amade ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser rewşa dawî ya pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê axivî.

Hakan Fîdan da zanîn ku Esed û şirîkên wî ne amade ne bi mixalefeta Sûriyeyê re li hev bikin û rewşeke asayî pêk were.

Fîdan amaje bi wê yekê kir ku ji bo Tirkiyeyê mijara bingehîn bidawîbûna hevkariya YPG û Amerîkayê ye û ew ji bo wê armancê bi berpirsên Amerîkayê re danûstandinan dikin.

Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Ji bo me mijara bingehîn, paqijkirina PKK-YPGyê ye.

Wan li herêmê bi piştgiriya Amerîkayê ji sedî 3yê axa Sûriyeyê dagir kir.

Em di her hevdîtinê de ji mixatabên xwe yên Amerîkayî re dibêjin divê ew li Sûriyeyê hevkariya xwe ya bi rêxistina terorê re bi dawî bikin.

Bi vî awayî mirov dikare gotûbêjkirina me ya dualî wekî nîşaneya bipêşveçûnekê jî şîrove bike.”

Fîdan li ser hewlên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê jî axivî û da zanîn ku Hikûmeta Sûriyeyê ne amade ye pirsgirêkan çareser bike.

Li gorî gotina Hakan Fîdan ji ber êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê alozî zêdetir dibin.

Fîdan diyar kir ew dilgiran e ku aloziya li Sûriyeyê bibe sedema bêîstiqrariyeke zêdetir a herêmî.