Gultan Kişanakê li ser pêvajoya çareseriyê got: Pêşeroj dubare nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Gultan Kişanakê li ser pêvajoya nû ya çareseriyê got, ”Divê em vê mijarê ne li salonên dadgehê di şert û mercên azad de nîqaş bikin.”
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanakê doh li bajarê Îzmîrê beşdarî 4emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bû û gotarek pêşkêş kir.
Kişanakê behsa pirtûka xwe ya “Ez Dozdar im” kir ku ji parastinên wê yên dadgehê pêk tê û got:
“Ev ne parastinek û nîşeyeke ji bo dîrokê. Em dixwazin ji bo şahidên dîrokê biaxivin.
Em di bingehê de ne bertawan in em dozdar in.
Hevalan salonên dadgehê kir qadên berxwedanê.”
Kişanak amaje bi pêvajoya berê ya çareseriyê da û diyar kir ku ew wê demê bi berpirsyariyeke dîrokî di çareserkirina Pirsa Kurd de bi biryar bûn.
Derbarê egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê de jî ragihand ku gavên berbiçav nehatine avêtin.
Guktan Kişanakê da zanîn:
“Divê em vê mijarê ne li salonên dadgehê di şert û mercên azad de nîqaş bikin.
Divê hewayeke wiha hebe ku hemû aktorên pêvajoyê bi azadî xwe îfade bikin.
Divê em ji bo lêkolîna tiştên berê û pêkanîna tiştên baştir bixebitin û rêyên nû biceribînin.
Pêşeroj dubare nabe.”
Siyasetmedara Kurd amaje bi pêvajoya berê ya çareseriyê da û anî ziman:
“Wekî mînak divê Mirovên Aqilmend careke din werin ba hev û nirxandinekê bikin.
Parlamentoyê raporek li ser vê yekê amade kiribû lê kêmasiyên wê hebûn.
Ev mijar ne mijara serwer, hêzdar û desthilatan e, mijara gelekî ye.”
“Nayê famkirin”
Gultan Kişanak behsa tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Esenyurtê jî kir û got:
“Divê mixalefet bi yekdengî li dijî vê yekê dengê xwe derxe, ji ber ku qeyûm nîşan dide ka li welatekî demokrasî heye yan nîne.
Tu nikarî bêjî demokrasî ji bo Kurdan nebe ji bo Tirkan heye.
Em ji 2016an ve vê yekê dibêjin lê ez di wê baweriyê de me ku ev yek zêde nayê famkirin.
Li vî welatî sînorê maf û azadiyan wekî bibêjî, neke dê Kurd jî sûdê jê bibînin tê xêzkirin.”
Siyasetmedara Kurd û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di çarçoeveya Doza Kobaniyê de bi hinceta “endamtiya PKKyê” sala 2016an hat girtin.
Ew piştî 7 sal û 6 mehan ji Girtîgehê Kandirayê ya Kocaeliyê Gulana Îsal hat berdan.
Gultan Kişanak kî ye?
Gultan Kişanak 15ê Hezîrana 1961ê li Xarpêtê ji dayîk bûye.
Beriya derbeya 12ê Îlonê, dema 19 salî bû li zanîngehê hatibû girtin.
Di navbera salên 1980-1982yan de li Girtîgeha Amedê rastî şkenceyê hatibû.
Salên 1990î heta 2000an li rojnameyên Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulkeyê xebitiye.
Sala 2007an bû Parlamentera Amedê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP).
Piştî girtina DTPyê sala 2009an derbasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û wekî hevseroka partiyê hat hilbijartin.
12ê Hezîrana 2011ê bû Parlamentera Sêrtê ya BDPyê.
Di hilbijartinên şaredariyan ên 30ê Adara 2014an de wekî Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin.
Kişanak 30ê Çiriya Pêşîna 2016an di çarçoveya Doza Kobaniyê de hatibû girtin.
Di hilbijartinên şaredariyên 31ê Adara 2024an de namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bû.