ISIG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan ISIG Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê di meha Cotmehê de 158 karkeran û di 10 mehên destpêka 2022ê de jî bi giştî hezar û 521 canê xwe ji dest dane.

Encûmena Ewlekarî û Tendirûstiya Karker (ISIG) 3ê Mijdara 2022ê raporta xwe ya “Cinayetên Kar” ya Cotmeha 2022ê eşkere kir.

Li gor raportê tenê di meha Cotmehê de 158 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane ku 2 ji wan zarok in û 4 jî koçber in.

Herwiha di 10 mehên destpêka îsal de jî bi giştî hezar û 521 karkeran ji ber pelçiqînê, teqînê, ketina ji jor ve, bi jehrî ketinê û çend sedemên din canê xwe ji dest dane. Di raportê de amaje bi wê yekê tê kirin ku di nav 20 salên desthilata AKPê de herî kêm 30  hezar û 224 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest dane. Di heman demê de sektorên maden, enerjî û kîmya jî di nav de li qada pîşesaziyê de jî rêjeya mirina karkeran li ser kar li gor payîza par zêde bûye.

Di raportê de tê gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal derdora 100 karkerên koçber an penaber canê xwe ji dest didin lê ji ber ku bê ewlekarî û bi pereyekî kêm kar dikin mirinên wan jî tên veşartin û nayên tomarkirin.

Li gor amarên ISIGê di 10 mehên îsal de, di sektora çêkirina avahî û rêyan de 300, di sektora çandinî û daristanê de 302, di sektora veguhestinê de 174, di sektora pîşesaziyê  180 karkeran canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst