Yoneylem: Di hilbijartinên bê de dengên Erdogan kêm dibin

03-11-2022
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Yoneylem Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin kompanya û navendên lêlolînan jî kar û xebatên xwe yên rapirsiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dikin. Li gor rapirsiyeke nû, rêjeya dengên AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her diçe kêm dibe û MHP jî di bin benda hilbijartinê de dimîne.

Navenda Lêkolînan a Yoneylemê bi navê “Di Cotmeha 2022ê de Panela Siyaseta Tirkiyê” li 27 bajaran rapirsiyek ligel 2 hezar û 400 kesan kiriye.

Ji beşdaran pirsa ger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê? hatiye pirsîn. Dema dengên kesên bê biryar tên cudakirin, li gorî lêkolînê rêzbendiya rêjeya dengên partiyên siyasî wiha ye:

AKP: %32,4

CHP: %29,1

İYİ Parti: %12,4

HDP: %10,1

MHP: %5,8

Partiya Zaferê: %2,4

Jinûve Refah: %2

DEVA: %1,6

Partiya Karkerên Tirkiyê: %1,3

Partiya Seadetê: %0,8

Partiya Memleket: 0,6

Partiya Pêşerojê: 0,4

Herwiha bo hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê jî Navenda Lêkolînan a Yoneylem navê sê kesan anîne beramberî hev û ji beşdaran hatiye pirsîn ka hun dê dengê xwe bidin kîjanî ji wan?

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan?

Na: %55,5

Belê: %33,7

Bê biryar: %10,4

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Serokê CHPê Kemal KIlişdaroglu?

Kiliçdaroglu: %43,6

Erdogan: %40,7

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu?

Îmamoglu: %47,9

Erdogan: %39,6

Li ser pirsa hûnê dengê xwe bidin Erdogan an Mansur Yavaş?

Yavaş: %56,3

Erdogan: %34,7

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst