Daxwaza derbarê Pervîn Buldan de hat redkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de parêzeran ji dadgehê daxwaz kirin ku darizandina hevseroka HDPê bê rawestandin, lê ew daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û doz bo 16ê Sibata 2022an hat paşxistin.

Ji ber çalakiyên siyasî û daxuyaniyên çapemeniyê li dijî Hevseroka HDPê Pervin Buldan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Îro 3ê Mijdara 2021an 11emîn rûniştina wê dozê li 18emîn Dadegeha Cezayên Giran a Enqerê birêve çû. Buldan bixwe beşdarî di dozê de nekir û parezerên wê beşdar  bûn.

Parezer Kenan Maçoglu di dozê de axivî û bibîrxist ku wan biryara derbarê parlamenterê Kocaeli yê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu di rûniştina pêştir de pêşkêşî dadegehê kiriye û got, “Biryar eşkere ye û nayê nîqaşkirin. Ew biryar dibêje ku di yasayê de valahiyek heye û divê sererastkirinek di yasayê de bê kirin û nabe parlamenterek bê darizandin. Divê ev darizandin bê rawerstandin, yan hûn dê bi vê yekê tawanekê encam bidin.”

Lê dadgehê li gor maddeya 14emîn a Destûra Bingehîn, ew daxwaz red kir û biryar da ku darizandina Hevseroka HDPê berdewam bike.

Dadeghê herwiha runiştina dozê jî bo 16ê Sibata 2022an paş xist.

Li gor yasayê parêzbendiya parlamenteran heye û nabe piştî ku hatin  hilbijartin bêyî biryara parlamentoyê derbarê wan de lêkolîn bên destpêkirin, an bên darizandin, lê hikûmeta Tirkiyê li parlamentoyê derbarê beşek ji parlamenterên HDPê de fezleke amade kirin û parêzbendiya wan rakir.