Dadgeha Stenbolê biryara azadkirina 14 jinên Kurd da

03-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Stenbolê biryara azadkirina 14 jinên Kurd da ku hejmarek Dayîkên Aştiyê û parlamentereke berê ya HDPê jî di nav de ne. Ew jinên Kurd bi tohmeta endamtiya PKKê dihatin dadgehkirin.

Îro Çarşembê 3ê Mijdara 2021ê li 35emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Çaglayanê, proseya dadgehkirina 15 jinên Kurd hat dîtin ku 5ê Gulana 2018an bi tohmeta endamtiya PKKê hatibûn desteserkirin û doz derbarê wan de hatibû vekirin.

Parlamentera berê ya HDPê ya Bursayê Asiye Kolkaç û hejmarek Dayîkên Aştiyê jî di nav wan 15 kesan de bûn ku hatin dadgehkirin.

Di rûniştinê de tenê parêzer amade bûn. Desteya Dadwerên Dadgehê biryara azadkirina 14an ji wan da û bi tohmeta “Propagandekirina PKKê” cezayê yek sal û 8 mehan zîndan li Memduhe Biçerman birî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst