Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan li dijî nebûna mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nerazîbûn nîşan da û got: “Em hemû bacê didin. Baş e we di butçeya xwe de yek quruş ji dibistanên kêmîneyan re veqetandiye ku xizmetguzariya giştî pêşkêş dikin? Hevalno pirzimanî qet ne metirsî ye.”
Çend roj e li Parlamentoya Tirkiyê li ser butçeya Wezareta Perwerdê di proje-yasaya butçeya 2022ê de gotûbêj tên kirin. Ferzkirina yek ziman, yek dîn û yek mezheb li ser pêkhateyên cuda yên Tirkiyê mijara serekî ya gotûbêjên nav komisyonê bû.
Derbarê mijarê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Garo Paylan got: “Çi ferz dikin? Yek ziman ferz dikin? Yek ziman, Tirkî. Baş e, Tirkî. Bêguman her zarokek fêrî Tirkî dibe. Ez bi zimanê Tirkî diaxifim, lê min bi Ermenî dest bi jiyanê kir. Dema diçî gundekî bajarokê Ferqîna Amedê, zarok hemû bi Kurdî diaxifin. Dest bi xwendina destpêkê dikin, lê mamosteyek dersan dide wan ku yek bêje bi Kurdî nizane. Dikarin fam bikin ku ew zarok rûbirûyê çi karesatekê dibe?.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan Kurd dijîn û ji mafê xwendina bi zimanê dayîkê bêbeş in. Ne tenê Kurd lê Ermen, Çerkez, Laz û pêkhateyên din ên wî welatî jî ji wî mafê bêbeş in. HDP tekez dike ku guhertinên bingehîn di sîstema perwerdeyê de, mercê serekî yê bidestxistina aştiya civakî ye li wî welatî.
Garo Paylan herwiha got: “Em hemû bacê didin. Baş e we di butçeya xwe de yek quruş ji dibistanên kêmîneyan re veqetandiye ku xizmetguzariya giştî pêşkêş dikin? Dipirsim, wek yek quruş veqetandiye? Na. Ermen jî li vî welatî bacê didin. Hevalno pirzimanî qet ne metirsî ye. Pirzimanî bo aştiya civakî mijareke ku bi qasî nan û avê pêwîst e.”
Ligel van rexneyan, Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka serekî di sîstema perwerdeya Tirkiyê de ferq û cudahiya asta serkeftinê ye di navbera dibistanan de.
Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer dibêje: “Niha di sîstema perwerdê ya Tirkiyê de, pirsgirêka herî hestyar a bingehîn, ferqa asta serkeftinê ye di navbera dibistanan de. Em vê înkar nakin. Li gor me jêdera çêbûna vê cudahiyê venagere qonaxa amadeyî ya xwendinê, cudahiyê ji qonaxa kirêşê ve destpê kiriye.”
Li gor Maddeya 42 ya Destûra Tirkiyê “Tirkî” zimanê dayîkê yê hemû welatiyên Tirkiyê ye û li gor wê maddeyê ji xeynî Tirkî xwendina bi hemû zimanên din li wî welatî qedexe ye, partiyên Kurdistanî û saziyên zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê sala 2021ê wek sala zimanê Kurdî bi nav kirine û hewlên xwe bo fermîkirina zimanê Kurdî zêde kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse