Li Tirkiyê hejmara girtiyên zanîngeh qedandine %150 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di 4 salên dawî de hejmara girtiyên zanîngeh qedandine %150 zêde bûye.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), amarên derbarê girtiyan ên sala 2020an de eşkere kirin. Li Tirkiyê li gor sala 2019an hejmara girtiyan %8.5 kêm bûye û daketiye 266 hezar û 831 kesan. Herwiha %96ê girtiyan mêr û %4 jî jin in.

Li gor amaran sala 2020ê hejmara girtiyên zarok %21.4 kêm bûye, lê dîsan jî 10 hezar û 234 girtiyên zarok hene. Sala 2020an 258 hezar û 401 kes hatine girtin û 361 hezar 870 girtî jî ji girtîgehan derketine.

Hejmara girtiyên zanîngeh qedandine %150 zêde bûye. Sala 2016an 8 hezar û 98 girtiyên zanîngeh qedandine hebûn, lê ev hejmar sala 2020an gihîştiye 20 hezar û 333 kesan.

Herwiha %15.7ê girtiyan ji tawanê birîndarkirinê, %15.2 ji diziyê, %5.9 ji bûyerên trafîkê, %5.3 ji dozên deynan (îcrayê), %4.7 ji karên maddeyên hişber girtî ne û ji tawanên wek kuştin û destdirêjiyê jî girtî hene.

TUIKê amarên girtiyên siyasî belav nekirine ku wek tê zanîn li Tirkiyê bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Piraniya caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê jî amarên ku TUIK dide nerast dibînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.