KCDP: Zilaman di meha Cotmehê de 36 jin kuştine

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di meha Cotmeha îsal de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin.

Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin rapora xwe ya “Tundiya li Hemberî Jinan a Meha Cotmeha 2019an”  belav kir û  li gor wê ropora di meha cotmehê de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 

Di raporê de hate ragihand ku sedema mirina 17 jinan nehahet zanîn û 5 jin bi hincetên aborî û 6 jin ji ber berdan, nerazîbûna lihevhatinê û bersivnedana telefonê ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.

Li gor raporê ji 36 jinan 14 jê nehatiye zanîn ku ji aliyê kî ve hatine kuştin, 8 jê ji aliyê hevjînê xwe, 6 jê ji aliyê zilamê ku pê re bûye, 4 jê ji aliyê kesê nas û ango mirovên xwe, 2 jê ji aliyê bavê xwe, kesek jî aliyê kesekî ku berê pêre bûye û kesek jî ji aliyê birayê xwe ve hatine kuştin. 

Di beşeke din a raporê de behsa binpêkirin û istismara li hemberî zarokan jî hate kirin û li gor raporê îstismarên li dijî zarokan berdewam in.