Partiyên Kurdî: Divê bûdce ji bo karên leşkerî kêm be û ya karên civakî zêde bibe

03-11-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Cigirê Serokê PSKê Eladîn Aras
Cigirê Serokê PSKê Eladîn Aras
Nîşan Budce Tirkiye Partiyên Kurdî PSK HDP PDK-Bakur
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Gotûbêjên Komisyona Plandanan û Butçeyê li Parlementoya Tirkiyê li ser butçeya sala 2018ê didomin. Di komisyonê de 25 endamên AKPê, 9 endamên CHPê, 4 endamên HDPê û 2 endamên MHPê hene. HDP bi rêya endamên xwe yên di komisyonê de û herwiha partiyên din ên kurdî jî li dervey parelentoyê daxwaza butçeyek rasteqîn ji bo nûkirina bajarên kurdan dikin.

 

Li Parlamentoya Tirkiyê, Komisyona Plandanan û Butçeyê gotûbêjên xwe li ser reşnîvisa hikûmetê ya di derbarê butçeya sala 2018ê didomîne. Li gorî plana hatiye danan, heta 20ê mehê her roj dê li ser buçteya wezaretekê gotûbêj bêne kirin.

 

Wezîrê Karên Çandinî Ehmed Eşref Fakibaba di civînekê bûdceyê de ragihand: “Di sala nû de em dê weke wezareta çandinî alîkariya darayî û alikariya mazotê ji bo cotkarên xwe bikin. Me butçeya xwe gorî vê yekê amade kiriye.”

 

Di komisyonê de endamên CHPê û HDPê ji hikûmetê daxwaz dikin ku pişka parastinê û karên leşkerî bi giştî were kêm kirin û zêdetir bo projeyên civakî butçe were terxankirin. Heman daxwaz ji aliyê partiyên kurdan yên ji dervey parlementoyê jî tê kirin.

 

Cigirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê Eladîn Aras derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got: “Em dixwazin ji bo perwerdeya kurdî û tenduristiyê butçe hebe lê hikûmet giringiyê dide butçeya leşkerî, ewlekarî û diyanetê.

 

Li gorî agahiyên gehştine Rûdawê, hikûmet dixwaze ji bo karên leşkerî 88 milyar lîreyên Tirkiyê dabîn bike, ku sala 2017ê ev bûtçeya 64 milyar lîre bû.

 

Aliyên kurdî dibêjin lazim e hikûmet rêşnivisa xwe bi partiyên li dervey parlementoyê re jî parve bike û nêrina wan jî bistîne.

 

Serokê PDK- Bakur Sertaç Bucak jî diyar kir: “Lazim e partiyên kurdan jî li ser vê meselê pêşniyar û projeyên xwe hebin û ew jî projeyên xwe ji bo raya giştî û parlementoyê aşkere bikin.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî din av de hemû aliyên kurdî dixwazin butçeyek taybet bo navçeyên werânkirî were dabîn kirin û xelkê kurd ê zirardîtî jî werin qerebû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst