Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê: Mijar PKK û Îsraîl bû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê PKK Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bi dawî bû û amaje bi berdewamiya têkoşîna li dijî PKKyê hat dayîn.

Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (MGK) îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Civîn di demjimêr 15:40î de li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê dest pê kir û piştî 3,5 demjimêran bi dawî bû.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê piştî civînê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi 5 xalan hatiye kirin ku 3 ji wan li ser têkoşîna “terorê” ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên derveyî wî welatî de zanyarî hatiye dayîn û dê li ser operasyonan berdewam bin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê wan operasyonên Tirkiyeyê yên li navxwe û derveyî welat ên li dijî PKK, PYD, YPG, Cemaeta Gulen û DAIŞê zanyarî ji Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê re hatine pêşkêşkirin.

Li gorî daxuyaniyê, derbarê çalakiyên PKKyê yên li navxwe û derveyî welat tedbîrên nû hatine gotubêjkirin.

Di beşeke din daxuyaniyê de amaje bi hevkariya li gel Îraqê jî hatiye kirin û got, “Ligel cîranê me Îraqê derbarê PKK/KCK-PYD-YPG de di çarçoveya hevahengiyê de tekezî li ser rûbirûbûna" wan rêxistinan hatiye kirin.”

Herwiha piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Filistînê jî hatiye ragihandin û qedexeya Îsraîlê ya derbarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye şermezarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst