Bakirhan li ser êrişa li nûçegihanê Rûdawê: Nayê qebûlkirin!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Endamekî DBPyê êrişî Nûçegihanê Rûdawê dike / Wêne: Rûdaw
Endamekî DBPyê êrişî Nûçegihanê Rûdawê dike / Wêne: Rûdaw
Nîşan Rawîn Stêrk Êriş Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê êrişa ku li Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk hatiye kirin got, “Tiştekî ku em hîç teswîb nakin hatiye kirin. Em qebûl nakin û em dê hişyariyê bidin wî kesî.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday  dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

"Polîs dikare weşanê bike lê Rûdaw nikare"

Kesekî êrişî Rawîn Stêrk kir û wiha got:

“Rûdaw dê li vir weşanê neke. Polîs dikare weşanê bike lê Rûdaw nikare.

Tu nikarî li vir weşanê bikî. Polîs li vir erkê xwe bi cih tîne, weşanê dike lê tu nikarî.

Ev polîsên li vir jî ji we kêmtir tawanbar û sûcdar in. Ji ber wê hûn nikarin li vir daxuyaniyê bidin.

Destê xwe ji berîka xwe derxe.”

Ev êrişa li Rawîn Stêrk di serî de ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve û gelek aliyên ve bû cihê bertekê.

“Ew kes dê were hişyarkirin”

Tuncer Bakirhan bi xwe pêwendî bi nûçegihanê Rûdawê re danî û got ew dê wî kesî hişyar bikin.

Bakirhan wiha got:

“Wî kesî tiştekî ku em hîç teswîb nakin nîşan daye. Bê guman ev yek nayê qebûlkirin.

Ew kes dê were hişyarkirin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Murat Kalmaz jî pêwendî bi Rawîn Stêrk re danî û lêborîn xwest.

Murat Kalmaz her wiha got ku ew dê wî kesî bangî partiyê bikin û hişyariya pêwîst bidin wî.

Duh şev Berpirsê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Herêma Marmarayê Mevlut Aykoç jî di pêwendiyeke telefonî de ji Rawîn Stêrk lêborîn xwest.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak jî li ser heman mijarê pêwendî bi Rawîn Stêrk re danî û lêborîn xwest.

“Hedef azadiya çapemenî û ramanê ye”

Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat jî ev êriş bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku ew dizanin ku armanca sereke ya êrişan azadiya çapemeniyê, azadiya raman û derbirînê ye.

Cemiyetê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Endamê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat û Nûçegihanê Rûdaw TVyê yê Stenbolê Rawîn Sterk, dema dema li Saziya Tiba Dadê ya Stenbolê nûçe dişopand rastî êrişa devkî û fîzîkî hat û azadiya wergirtina nûçeyan hatiye astengkirin.

Êriş û astengiyên li ser karmendên Rûdawê TVyê yên ji aliyê endam û berpirsên partiyên siyasî yên cuda tên kirin gihîştine asta metirsiyê.

Her çiqasî êriş û astengî ji aliyê kesên xwedî meylên siyasî yên dijber ve tên kirin jî em dizanin ku armanca sereke ya êrişan azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê ye.

Em êriş û astengiyên ji ber provokasyonên hinek kes û grûpan ên li hemberî karmendên Rûdaw TVyê tên kirin bi tundî şermezar dikin û bangî hemû aliyan dikin ku rêzê li hemberî xebatkarên çapemeniyê nîşan bidin.

Em dibînin ku êriş û destwerdanên van demên dawiyê zêde bûne, êdî ewlehiya jiyana hempîşeyên me dixe xeteriyê.

Berpirsiyarê tiştekî herî biçûk a nayê xwest a hempîşeyên pê re rû bi rû bimîne, ew kes in ku Rûdaw TVyê bê sedem dikin hedef.

Lewma em careke din hemû kes û grûpan hişyar dikin ku dest ji hedefgirtina hevalên me berdin.

Her êrişa li rojnamegeran êrişek e li dijî azadiya raya giştî û qet nayê qebûlkirin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku em dê vê êrişa neheq a li hemberî endamê xwe bişopînin û ji bo hesab ji berpirsyaran bipirsin em pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.

Şertekî bingehîn ê demokrasî û civakên azad ew e ku rojnameger bi awayekî azad û bêyî ku di bin ti zext û gefan de bin, erkên xwe pêk bînin.

Wekî Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat em dê îro jî wekî her car ji bo parastina mafên wan li cem hevpîşeyên xwe bin.”

“Ev êrişên sîstematîk berdewam dikin”

 Li aliyê din Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê jî daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê amaje bi wê yekê kir êrişên bi vî rengî  bi awayekî sîstematîk berdewam dikin lê divê ew werin bidawîkirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Em li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kurdistanê vê bûyerê şermezar dikin.

Êriş û astengiya li ser Rûdawê pêk hatîye êrîşa cara yekem nîne û eger bi vê hişmendiyê berdewam bikin wê ya dawiyê jî nebe.

Çend sal berê jî li ser van babetan me rexne û şermezarkirinên xwe ji berpirsên wan re rû bi rû anîbû ziman.

Lê em dibînin ku ev êrişên sîstematîk berdewam dikin.

Di dîmenan da eşkere diyar dibe ku ew kesên ku ji kamerayên hêzên ewlehiyê aciz nabin ji ragihandina Kurdî aciz dibin.

Ji hêzên ewlehiyên re dibêjin ‘Ew polîs in û karên xwe dikin’ lê ji bîr dikin ku rojnameger jî karên xwe dikin.

Dibe ku wîn polîtîkaya Rûdawê pesend nekin lê kesek nikare êrişî ragihandina Kurdî bike.

Em êrişa ku hatiye meydanê şermezar dikin û bangî berpirsan dikin da ku bila ev bûyer a dawiyê be.

Eger ev êriş bi awayekî zanebûnî bên meşandin, wê demê CRK jî dê li hemberî wan bertek nîşan bide!”

Çi bûbû?

Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kudayê ku tevî nexweşiyên xwe nedihat berdan li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê koça dawî kir.

Birayê Abdulkadir Kuday ê bi navê Salîh Kuday xebera ne xweş a mirina birayê xwe ji Rûdawê re jî ragihand.

Salîh Kuday dabû zanîn ku ew dê cenazeyê birayê xwe ji Stenbolê bibe navçeya Qoserê ya Mêrdînê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişê hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst