Li Amedê dirûna birincê Qerejdaxê dest pê kir

03-10-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê dirûna birincê Qerejdaxê dest pê kir
Li Amedê dirûna birincê Qerejdaxê dest pê kir
Nîşan Birincê Qerejdaxê Amed Dirûn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li herêma Qerejdaxê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê werzê dirûna birincê Qerejdaxê dest pê kir.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su jî bi merasimeke taybet beşdarî destpêkirina çinîna birincê bû.

Parêzgarê Amedê amaje bi taybetbûna cûreyê berhema birincê Qerejdaxê kir û wiha got:

“Vê birincê sala 2018an nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye û li ser navê hêrêma Qerejdaxê hatiye tomarkirin.Herwiha ji bo pêşveçûna çandiniya birincê em her sal alîkariya tovê birincê ji cotkaran re dikin.”

Îsal li Amedê li ser rûberê 14 hezar 435 donim zevî birincê Qerejdaxê hatiye çandin.

Tevî ku lêçûnên çandînî û berhemanîna wî birincî zêde bûye û cotkar ji bera îsal razî ne.

Parêzgarê Amedê Alî îhsan Su jî li gel şandekeye ji rêvebirî û çandiniyê ya bajêr li gundê Kanipankê yê navçeya Çinarê ya Amedê beşdarî merasima destpêkirina çinîna birince Qerejdaxê bû.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Sû got, “Helbet em ji bo ku birincê me yê Qerejdaxê berbelav bibe û çandinî û bazara wî pêş ve biçe xebatên cidî dikin. Me îsal ji bo 10 hezar û 560 donim zeviyî 169 ton tovê birinc li cotkarên xwe belav kir.”

Qerejdax di sê goşeya Amed, Mêrdîn û Rihayê de ye.

Birincê Qerejdaxê li zeviyên bi kevir yên derdora Çiyayê Qerejdaxê tê çandin.

Ew cûreyê birincê jî berhemeke taybet a wê herêmê ye ku li her sê bajaran jî tê berhemanîn.

“Yên ku şekir pê re hebin dikarin birincê Qerejdaxê bixwin”

Rêveberê Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina Çandiniyê ya GAPê Mehdî Sumerlî li ser birincê Qerejdaxê wiha axivî:

“Proteîna birinca Qerejdaxê zede ye. Li gorî birincê din ji sedî 25 proteîna vî birincî zêde ye. Ev birinc bêtir av digire ji ber wê jî bi bereket e.

Yên ku şekir pê re hebin dikarin vî birincî bixwin çimkî gilîsemîk îndeksiya vî birincî li gorî birincê din hindiktir e.”

Li zeviyên kêmkevir, birinc bi deraseyan (makîneya dirûnê) tên çinîn lê li zeviyên kevirên wan zêdeye hîn jî bi şêweya kevneşopî karker bi dasokan birinc dirûn.

“Destheqê karkeran jî dernaxe”

Cotkarê birinc Mehmet Şah Baltacî got, “Birinc baş e lê mesrefa wî hinekî zêde ye. Mazot biha bûye destheqê karkeran jî dernaxe.”

“Îsal birinc baş e”

Cotkarê birinc Adem Turkoglu diyar kir, “Îsal birinc baş e. Em îsal jê memnûn in. Xwedê teala kesî jê fedîkar dernexe rind e.”

“Li Tirkiyeyê birincê herî bi kalîte birincê Qerejdaxê ye”

Cotkarê birinc Tajdîn Çelîk ragihand, “Li Qerejdaxê birincê herî baş ya vê derê ye. Du medrevên mezin hene. Birincê wan bi kalîte ye û baş e. Li ser asta Tirkiyeyê birincê herî bi kalîte ew e.”

Ew birincê ku tê çinîn piştî li patosê dikeve li erde tê raxistin bi rojan li ber tavê tê hişkkirin. Dûv re tê torbekirîn û ji bo firotanê derdikeve bazarê.

Li gorî cotkarên birinc ên Amedê îsal zêdetirî 5 hezar ton birinc dê bê berhemanîn.

Herwiha di halê heyî de kiloya wî birincî li bazarê bi 45 heta 50 lîreyên Tirkî tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst