Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tersûsê ya Mêrsînê minîbusa karkerên Sûriyeyî yên çandiniyê wergeriya kanala avdaniyê û 10 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku navê şofêrê wê nehatiye zanîn, Taxa Kefeliyê ya navçeya Tarsûsê ji rê derket û wergeriya kanala avdaniyê.
Di minîbusê de karkerên Sûriyeyî yên ku narenciyeyan berhev dikin hebûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.
Ekîb gihîştin cihê qezayê û karkerên çandiniyê ji minîbusê derxistin.
10 kes birîndar bûn û birîna 3 kesan dijwar e.
3 karkerên ku birîna wan giran, tîmên tendursitiyê ew veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse