Polîsekî jineke akademîsyen kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Konakê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, jineke akademîsyen ji aliyê xoşewîstê polîsekî ve hat kuştin.
Şeva borî li Taxa Goztepeyê ya Konakê, dema akademîsyena Zanîngeha Celal Bayarê ya Manisayê Elvîn Ozutaştana 42 salî bi xoşewîstê xwe Fehmi B. yê 46 salî re dimeşiya rastî êrişeke çekdarî hat.
Di encama êrişê de Elvîn Ozutaştan û Fehmî B. bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Elvîn Ozutaştan û Fehmi B. birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Îzmîrê.
Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Ozutaştanê canê xwe ji dest da û dermankirina Fehmi B. berdewam e.
Xoşewîstê wê yê berê ye
Polisê êrişkar ê bi navê A.E.O. yê ku hat zanîn xoşewîstê berê yê Elvîn Ozutaştanê bûye ji cihê bûyerê reviya.