Qedexeya li ser Kurdî didome: Ji bo Ocalan girtename hat amadekirin!
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Kurdî ji bo Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Omer Ocalan girtename hat amadekirin.
Ocalan piştî vê yekê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî got, "Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Rihayê Omer Ocalan doh ji bo balê bikişîne ser rewşa girtîgehê ya rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî 30 meh in hevdîtin pê re nayên kirin li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Omer Ocalan daxuyaniya xwe ya 13 deqeyî bi Kurdî da.
Buroya Ragihandinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi hinceta ku daxuyaniya çapemeniyê ji bilî Tirkî bi Kurdî daye derbarê wî parlamenterê YSPyê de girtename amade kir.
"Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e"
Omer Ocalan piştî daxuyaniya çapemeniyê got, “Ez neçar im vê axaftinê bi Kurdî bikim.”
Herwiha piştî vê helwesta Buroya Ragihandinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdî jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Xê jî peyamek belav kir û got, “Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e.”
Li aliyê din 29ê Îlonê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên derbarê Kurdistan û Abdullah Ocalan de li dijî Parlamenterê YSPyê Omer Ocalan lêpirsîn dabû destpêkirin.